• Thursday, 19 February 2026
logo

Li Meletiyê bi hêza 4,1 pile erdhej rûda

Li Meletiyê bi hêza 4,1 pile erdhej rûda

Li navçeya Puturge ya ser bi parêzgeha Meletiyê ya Bakurê Kurdistanê erdhejeke bi pileya 4,1 rûda.

Serokatiya Rêvebirina Rewşa Bilez û Karesatan (AFAD) li ser malpera xwe ragihand, li navçeya Puturge ya ser bi parêzgeha Meletiyê, bi hêza 4,1 pile erdhej qewimî.

AFADê diyar kir ku erdhej di demjimêr 18:02 xulekan de û 6,96 kîlometre di bin erdê de rûdaye.

Sibeha roja 6ê Sibata 2023an li navçeyên Pazarcix û Elbîstanê yên parêzgeha Mereşê ya Bakurê Kurdistanê 2 erdhejên bi hêza 7,7 û 7,6 rû dabûn û di encamê de zêdetirî 50 hezar kesan canê xwe ji dest dan.

 

K24

Top