Li Herîrê di bûyereke trafîkê de 5 kesan canê xwe ji dest dan
Li gundê Qelatecin yê li sînorê bajarokê Herîrê di bûyereke trafîkê de 5 welatiyên endamên malbatekê canê xwe ji dest dan.
Îro Pêncşemê 25ê Gulana 2023an, Rêveberê Bajarokê Herîrê Şêrwan Celal Beg ji Kurdistan24ê re ragihand, di bûyereke trafîkê de li nêzîkî gundê Qelatecin, pênc kesan canê xwe ji dest dan.
Li gor zanyariyên Kurdistan24ê, bûyer di encama wergerîna otomobîlekê de bûye û kesên di otomobîlê de welatiyên Ereb in ku li wê navçeyê bi karê ajeldariyê ve mijûl in.
Piştî bûyerê, termên qurbaniyan bo Tiba Dadî ya Hewlêrê hatin veguhestin. Peyamnêrê Kurdistan24ê ligel kesûkarên qurbaniyan li ber Nexweşxaneya Hewlêrê axivî û ragihandin ku ew nizanin sedema bûyerê çi ye, tenê hatine agahdarkirin ku pênc endamên malbata wan canê xwe ji dest dane.
K24
