• Thursday, 19 February 2026
logo

Ahmet Davutoglu: Em bi aşkereyî dijî qayuman disekinin

Ahmet Davutoglu: Em bi aşkereyî dijî qayuman disekinin

 Serokê Partîya Siberojê Ahmet Davutoglu dîyar kir ku ew dijî qayuman in.

Serokê Partîya Zaferê û berbijarê Hevpeymanîya Netew Kemal Kiliçdaroglu do Çarşemê protokolek îmza kir ku têde erkdarkirina qayuman jî hebû.

Davutoglu dîyar kir ku ew wek Ozdag nafikirin û ewê piştî hilbijartinê jinûve ser qayuman danûstandinan bikin.

Davutoglu dibêje: ‘’Wek Partîya Siberojê ser mijara qayuman helwesta me zelal û eşkere ye. Kesên demokrat qebûl nakin ku li meqamên kesên hilbijartî qayum rûnin’’

Li ser lihevkirina Ozdag û Kiliçdaroglu jî Davutoglu got ku sîyaset hunera nermbûn û lihevkirinê ye.

Wî bi berdewamî jî dîyar kir ku ewê bi Ozdag re ser helwesta xwe biaxifin.

Partîya Zaferê bi gotinên xwe yên dijî penabêrên Sûrî tê nas kirin.

Davutoglu ser helwesta Partîya Zaferê ya jibo penaberan jî got ku li gor biryarên Neteweyên Yekbûyî (NY) ancax bi şertê ku li Sûrîyê aştî hebe ew dikarin koçberên Sûrî vegerînin wir.

Hêjayî balkişandinê ye ku dema Wezareta Navxweyî ya Tirkîyê bajarvanekî hilbijartî ji kar dûr dixe û li şûna wî kesekî din destnîşan dike, ji wî kesî re qayum tê gotin û herî zêde hember bajarvanîyên HDP'ê ew rêbaz tê xebitandin.

 

Basnews

Top