McGurk: Armanca Tirkiyê sînorên xwe berfireh kirin e!
Der Spiegel bal dikêşe ser daxûyaniyên nûnerê taybet ê Serokê Amerîkayê yê Hevpeymaniya Navdewletî yê berê Brett McGurk û dibêje: Armanca Tirkiyê ne ewlekariya sinûrê wê ye, Erdogan dixweze sinûrên xwe berfireh bike.
Li gorî heman kovarê, gelek şandên navdewletî yên serbixwe xwestine biçin serdana Efrinê bikin, lê Tirkiye destûr nedaye wan.
Der Spiegel dibêje: Tirkiye xwandina bi zimanê kurdî rakirîye, navên cade û kolanan kirîne Tirki. Gorrên Ezdiyan hemû tarûmar kirîne û zordariyek mezin li ser jinê heye.
Tevgêra Kurd jî, bi çalakiyên xwe dest ji Efrinê bernadin.
