Buldan axifî, Erdogan Meclis terk kir
Îro bi helkefta salvegera damezirandina 99 mîn a Parlementoya Tirkiyê rûniştinek hebû. Serokên partiyên parlementoyê gotarên xwe pêşkêş dikirin. Erdogan jî di wê rûniştinê de amade bû û di dema ko Hevseroka HDPyê dest bi axaftina xwe kir, Erdogan jî Parlemento terk kir. Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan dibêje, ew axaftina kesên ko alîkariya PKK dikin û rêz li sirûda netewî ya Tirkiyê nagirin, gûhdar nake.
K24
