Wezîrê Derve yê Tirkiyê heftiya bê serdana Kurdistanê dike
Îro yekşemî 21ê Nîsana 2019 şandeke hevbeş a Odeya Bazirganî û Pîşesaziya Amedê û Odeya Bazirganî ya Şirnexê serdana Tora Medyayî ya Rûdawê kir û ev şand ji aliyê Rêveberê Giştî yê Tora Medyayî ya Rûdawê Ako Mihemed ve hat pêşwazîkirin.
Di hevdîtinekê de, Serokê Odeya Bazirganî û Pîşesaziya Amedê, Mehmet Kaya behsa giringiya karkirina hevbeş û bazirganiya di navbera Başûrê Kurdistanê û Bakurê Kurdistanê kir û got: “Em hatine vir daku herdu civakan nêzîkî hev bikin. Bi taybet ku niha geştên asmanî yên navbera Hewlêr-Amed û Hewlêr-Dîlokê destpê bûne û geştên asmanî yên navbera Silêmanî-Stenbol jî hatine destpêkirin.”
Mehmet Kaya daxwaz kir ku di navbera bajarên Başûrê Kurdistanê û Bakurê Kurdistanê de ji bo hatin û çûna xelkê û bazriganan asankarî bê kirin, daku pêwendiyên civakî û aborî bihêztir bibin.
Serokê Odeya Bazirganî û Pîşesaziya Amedê aşkere jî kir ku ew dê heftiya bihê li gel Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu serdana Herêma Kurdistanê û Hewlêr a paytext bikin û tekez kir, “ew serdan vê yekê nîşan dide ku pêwendiyên navbera herdu aliyan (Enqere-Hewlêr) ber bi başbûnê ve diçin.”
Şanda bazirganî ya Bakurê Kurdistanê ku ji 50 kesan pêk hatiye, dê 4 rojan li Başûrê Kurdistanê bimîne û dê çendîn hevdîtin û çalakiyan encam bide.
Ew şanda bazirganî û pîşesazî ya Bakurê Kurdistanê ji bo beşdarbûna di 11. Pêşangeha Navdewletiya eresteyên Avahîsazî û Jêrxanîsaziyê ya Hewlêrê serdana Başûrê Kurdistanê kiriye.
Rudaw
