• Thursday, 19 February 2026
logo

Ofîsa Sekretera Parlamentoya Kurdistanê daxuyaniyek ji bo raya giştî belav kir

Ofîsa Sekretera Parlamentoya Kurdistanê daxuyaniyek ji bo raya giştî belav kir

Ofîsa Sekretera Parlamentoya Kurdistanê bi daxuyaniyekî amaje bi wê yekê dike ku di rûniştina dawî ya Parlamentoya Kurdistanê û çalak kirina Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Helbijartin û Rapirsî de, sekretera parlamentoyê li Desteya Serokatiya Parlamentoyê erkekî temam ê yasayî û peyrewî encam daye.

Daxuyanî waha ye:

Piştî birêveçûna dawî ya rûniştina Parlamentoya Kurdistanê û çalak kirina Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Helbijartin û Rapirsiyê de gelek daxuyanî û reftarên kirêt û dûr li etîk û exlaqê parlamenteriyê ji aliyê beşek ji endamên parlamenterên li fraksiyona YNKê ya li hember birêz Sekretera Parlamentoyê pêkhatin. Di vê derê de ji bo raya giştî em radigehînin ku birêz Sekretera Parlamentoyê li Desteya Serokatiya Parlamentoyê erkekî temam a yasayî û peyrewî encam daye û ji bo parastina saziyên destûrî û parastina Herêma Kurdistanê di çûna nav valayiya yasayî û birêveçûna helbijartinan a di dema xwe ya yasayî de hemnêrîn bûye ji bo çalak kirina Komîsyona Bilind a Helbijartinan, ji ber wê jî daxuyanî û reftarên ew hejmara kêm a parlamenterên fraksiyona YNKê ti nirxekî wê li gel Sekretera Parlamentoyê tine û ti demekî jî nabin asteng li pêş pêbendbûna bi yasa û parastina pêkhateya destûrî ya Herêma Kurdistanê.

Ofîsa Sekretera Parlamentoya Kurdistanê

 

Basnews

Top