• Thursday, 19 February 2026
logo

Ak Partî li Diyarbekirê bi zimanê Kurdî xebatên hilbijartinê dimeşîne

Ak Partî li Diyarbekirê bi zimanê Kurdî xebatên hilbijartinê dimeşîne

Ji bo gera duyem a Hilbijartina Serokomariya Tirkiyê, partiyên siyasî hewl didin bangeşeyeke bibandor bikin da ku dengên dengdêran bikêşin, Ak Partî li Diyarbekirê bi bangeşeya Kurdî xebatên xwe dimeşîne ku çavdêrên siyasî û siyasetmedar dibêjin Ak Partî, hilbijartinê wek derfetek bo nêzîkbûna Kurdan dibîne.

Hilbijartina  Serokomariya Tirkiyê ma gera duyem û dê di 28ê Gulanê de were lidarxistin. Rikeberên mayîn gera duyem Recep Tayyîp Erdogan û Kemal Kiliçdaroglû hewil didin dengên xwe biparêzin û bilindtir bikin.

Ji bo vê yekê jî Ak Partî li Diyarbekir giraniyê dide zimanê Kurdî ku siyasetmedarên Ak Partiyê dibêjin Ak Partiyê li gorî hilbijartina 2018an dengên xwe li Diyarbekir zêde kiriye ku 2018an de 178.710 deng bi dest xistibû û di 14ê Gulanê de 199.476 deng bi dest xist ku ev yek nîşaneya daxwaza çareseriya pirsgirêkan e.

Parlamenterê AK Partiyê yê Diyarbekirê Mehdî Eker ji K24ê re diyar kir: “Ez bawer im dê di gera duyem de Ak Partî li Diyarbekirê dengên xwe zêde bike. Civak di wê baweriyê de ye ku yê bikaribe pirsgirêkan çareser bike Recep Tayyîp Erdogan e ku ji ber wê Diyarbekir dê dengê xwe bide Recep Tayyîp Erdogan. Dema em dîrokê dinihêrin em dibînin ku CHP sedemê pirsgirêka Kurd e.”

Beşek çavdêrên siyasî jî di wê baweriyê de ne ku bangeşeya bi zimanê Kurdî nîşaneya wê yekê ye ku Ak Partî dixwaze careke din nêzîkî Kurdan bibe û bo vê yekê li Diyarbekir navbera rayedarên Ak Partî ji nûnerên ji 7 bajarên Bakurê Kurdistanê hatin de hevdîtin jî hatine kirin û piştî hilbijartinê dê gavên şênber werin avêtin.

Çavdêrê siyasî Eyuphan Kaya ji K24ê re diyar kir, AK Partî dê nêzîkî Kurdan bibe. Dê di meseleya Kurd û Kurdistanê de gav werin avêtin. Dê warê makezagonê de guherîn çêbibin. Piştî hilbijartinan dê Navenda Lêkolînên Kurd were avakirin.

Beriya hilbijartinan zimanê Tifaqa Cumhur netewperest bû û niha jî zimanê Tifaqa Millet netewperest bûye, ev yek dê çiqas bandorê li civakê bike hîn jî nediyar e.

 

K24

Top