• Thursday, 19 February 2026
logo

Serokwezîr Mesrûr Barzanî rizamendî li ser xerckirina zêdetirî milyarek û 500 milyon dînar bo şaredariyên Hewlêrê nîşan da

Serokwezîr Mesrûr Barzanî rizamendî li ser xerckirina zêdetirî milyarek û 500 milyon dînar bo şaredariyên Hewlêrê nîşan da

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî rizamendî nîşan da li ser xerckirina zêdetirî milyarek û 500 milyon dînar ji bo cîbicîkirina projeya hilgirtin û komkirin û veguhestina xaşak paşmahiyên şarevaniyên sînorê parêzgeha Hewlêrê.

Îro Sêşemê 23ê Gulana 2023an, Fermangeha Medya û Zanyarî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand, Serokwezîr Mesrûr Barzanî rizamendî li ser terxankirin û xerckirina bi qasî milyarek û 513 milyon û 800 dînar da, bi mebesta cîbicîkirina projeya hilgirtin û komkirin û veguhestina xaşak û paşmahiyên şarevanî yên Pîrmam, Mela Omer, Bestor, Dareşekran û devera 12 ya Selahedîn.

Fermangeha Medya û Zanyarî eşkere kiriye, ev rizamendiya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê di çarçoveya girîngîdana Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo xizmetkirina welatiyên Herêma Kurdistanê û bi reçavkirina berjewendiya giştî ya li parêzgehên Herêma Kurdistanê û pêkanîna jîngeha pak û nîşandana sîmaya ciwan a bajaran e.

Herwiha diyar kiriye ku ev budce li ser budceya Rêveberiya Giştî ya Şaredariyên Hewlêrê tê xerckirin.

Herwiha di roja 21ê Sibata 2023an de, Serokwezîr Mesrûr Barzanî rizamendî nîşan dabû li ser terxankirin û xerckirina bi qasî 20 milyar û 848 milyon dînar ji bo sê salan, bi mebesta veguhestin, komkirin, berhevkirina xol û xaşakan li sînorê Rêveberiya Giştî ya Şaredariyên Silêmaniyê, bi awayekî ku bi qasî 9 milyar û 975 milyon dînar ji bo sê salan bo sînorê Dukan, bi qasî 10 milyar û 873 milyon ji bo sê salan bo sînorê Çemçemalê.

 

K24

Top