KESK: Greva birçîbûnê gihîştiye qonaxeke metirsîdar
KESKê ragihand ku divê hikûmet bilez bersiva wan grevên birçîbûnê bide.
Di heman daxuyaniyê de KESKê amaje bi çalakiya dayîkên aştiyê ya di roja 19ê Nîsanê de û li pêşiya zîndana jinan a navçeya Gebze ya Kocaeliyê kir û diyar kir, hejmareke dayîkên aştiyê ji aliyê polîsan ve hatine îşkencekirin û bêrêzî li wan hatiye kirin.
KESK têkildarî vê tundiya li hember dayikên aştiyê daxwaz kir ku di derbarê wan polîsan de lêkolînek bê destpêkirin û ew kes bêne cezakirin.
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Grevên birçîbûnê yên ku li girtîgehên Tirkiyê berdewam in, bi beşdariya nêzîkî 7 hezar girtiyan e. Heya niha 8 kesan bi armanca protestokirina tecrîdê, dawî li jiyana xwe anîne. Ev çalakiyên greva birçîbûnê li çendîn welatên cîhanê jî berdewam in û her roja ku diçe rewşa wan xirabtir dibe.
Dayîkên wan kesên girtî jî ji bo ku dengê zarokên xwe bigihînin cîhanê, çalakiyên xwe yên li pêşiya wan girtîgehan didomînin. Roja 19ê Nîsanê li pêşiya zindana jinan a Gebzeya Kocaeliyê, polîsan li dijî dayîkên aştiyê tundûtîjî bikaranî ne û bêrêzî li hemberî wan kiriye.”
Rudaw
