• Saturday, 14 February 2026
logo

HDP: Desthilat sedema êrîşa ser Kiliçdaroglu ye

Gulan Media April 22, 2019 Nûçe
HDP: Desthilat sedema êrîşa ser Kiliçdaroglu ye
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), di daxuyaniyekê de êrîşa îro ya li dijî Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu bi tundî şermezar kir û desthilata wî welatî weke aliyê berpirsyar nîşan da.



Îro li navçeya Çubuklu ya Enqerê, Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu dema ku beşdarî merasîma veşartina cenazeyê leşkerekî bû, rastî êrîşa grûbekê hat.



Hêzên ewlehiyê yên Tirkiyê ku li cihê merasîmê amade bûn û herwiha pasevanên Serokê Giştî yê CHPê, hewl dan ku Kiliçdaroglu ji êrîşê dûr bixin lê çend kesan bi kulm û pehînan êrîşî wî kirin.



Hevserokê Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Perwîn Buldan û Sezaî Temellî têkildarî êrîşa li dijî Kemal Kiliçdaroglu daxuyaniyeke hevbeş dan.



Hevserokên HDPê ragihandine ku ew êrîşa îro ya li dijî Serokê Giştî yê CHPê bi tundî şermezar dikin û ji Kiliçdaroglu re hêviya tendirustiyê xwastine.



Herdu hevserokên HDPê di daxuyaniya xwe de desthilata Tirkiyê û “Tifaqa Desthilatê weke aliyê berpirsyar” di ber êrîşê de nîşan dane û dibêjin:



“Tifaqa desthilatdar ku gotinên bikîn bikar tîne, civakê bi cemserî dike û aloziyan çê dike, sedema (berpirsyarê) vê êrîşê ye.



Em êrîşa li dijî Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu bi tundtirîn şêwe şermezar dikin. Em bawerin ku siyaseta demokratîk dê bi ser pirsgirêkên ku li hawidorê çê bûne, biserkeve.”

Rudaw
Top