• Thursday, 19 February 2026
logo

Hewlêr û Nashville têkiliyên xwe bihêztir dikin

Hewlêr û Nashville têkiliyên xwe bihêztir dikin

Serokwezîr li gel Bajardarê Nashville civiya.

Îro Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî li gel Bajardarê bajarê Nashville civiya û piştî civînê jî derbarê naveroka civînê de Serokwezîr wisa nivîsand;

Îro me pêşwaziya bajardarê bajarê Nashville a Amerîkayê birêz John Cooper û şandeke pê re kir ku, ji hijmarek endamên civata bajardariya vê bajarê û Serokê endamên deste xuşikiya bajarê Nashville pêk hatibû.

Di civînê de me giftûgo derbarê pere pêdana têkiliyên navbera herêma Kuridstanê û Amerîkayê bi taybetî di navbera Hewlêr û Nashville ku, di demeke nêz de dibin dest xuşikin hev, di warê çandî, xwendin kir û balkêşande ser rola diyasporaya Kurdî ya nîştecîh li Nashville û rola wan bilind nirxand.

Şandê bajardariya Nashville kêfxweşiya xwe ya li hember serdana xwe bo herêma Kurdistanê diyar kir û amadebûna xwe jî bo cîhbicîh kirina çend projeyên hevbeş li gel bajardariya Hewlêrê diyar kir.

 

 

Top