Dr. Rêbiwar Babkeyî: Reftara hinek parlamenterên YNKê dûrî etîka karê parlamentoyê ye
Parlamenterekî Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) dibêje, reftarên beşek ji parlamenterên YNKê dûrî etîka karê parlamentoyê ye û nayê pêşbînîkirin ku di wê astê de bin û karên wiha nerewa li salona parlamentoyê bikin.
Rêbiwar Babkeyî parlemanterê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) ragihand: “Mixabin hinek parlamenterên YNKê, ku di rûniştina îro ya Parlamentoya Kurdistanê de reftarên xirab kirine, ku xalên rûniştina îro ya Parlamentoya Kurdistanê, bi xweşhalî ew li wan neket."
Rêbiwar Babkeyî dibêje: “Yek ji xalên rûniştina îro jî aktîvkirina Komîsyona Serbixwe û Hilbijartinan a Herêma Kurdistanê bû, reftarên parlamenterên YNKê dûrî etîka parlamentoyê û karê parlamentoyê ye, ev nîşana hemû gelê kurd dilgiran bû. Li Parlamentoya Kurdistanê ku platformeke nûnertiya gelê lurd e, ne çaverêkirî ye ku parlamenterek karekî wiha neguncayî bike.”
Basnews
