• Saturday, 14 February 2026
logo

Amerîkayê hişyariyek tund da Îranê

Gulan Media April 22, 2019 Nûçe
Amerîkayê hişyariyek tund da Îranê
Balyozxaneya Amerîkayê ya li Iraqê derbarê egera êrîşa ser hêzên wî welatî yên li Iraqê hişyarî da Îranê û Supaya Pasdaran û ragihad, ew dê bersiva her êrîşeke ser hêzên xwe bidin. Balyozxaneya Amerîkayê herwiha daye xuyakirin ku Supayê Pasdaran li Iraqê alîkariya grûpên çekdar ên weke Tevgera el Nuceba û Ketayibên Hizbullahê dike.

.

Birêvebirê Karûbarên Balyozxaneya Amerîka li Iraqê Joey Hood, Supaya Pasdaran a Îranê tometar dike ku salane bi qasî yek milyar dolaran alîkariya 4 aliyên Hizbulah a Lubnanê, Hûsiyên Yemenê, Tevgera el Nuceba û Ketîbeyên Hizbullah a Iraqê dike.



Ew rayedarê Balyozxaneya Amerîka ya li Bexdayê dibêje, ew rêxistinên navborî seqamgîriya welatên xwe naxwazin û tekez dike, ew grûpên ku li Iraqê pêwendiya wan li gel Supaya Pasdaran heye û di şerê li dijî DAIŞê de beşdar bûn, niha gefê li xelkê Iraqê dikin û nahêlin ku xelk vegerin navçeyên xwe.



Joey Hood eşkere kir, tedbîrên Amerîka yên li dijî Supaya Pasdaran siyasî, dîplomasî û aborî ne û ne leşkerî û eger Supaya Pasdaran gefa êrîşa serbazî li Amerîkayê bike û êrîşî ser wan bike, ew dê bersivê bidin.



Hood daye xuyakirin ku ew dixwazin hikûmeta Îranê bînin ser maseya danûstandinan.



Birêvebirê Karûbarên Balyozxaneya Amerîkayê li Iraqê herweha daye zanîn ku Supaya Pasdaran rêxistineke terorîstî ye û nabe ku cuda ji rêxistineke terorîstî û bi awayekî din serederî li gel bê kirin.



Di wan yek du heftiyên bihorî de, aloziyên navbera Amerîka û Îranê tundtir bûne, bi taybet ku Amerîkayê Supaya Pasdaran a Komara Îslamiya Îranê weke hêzeke terorîstî nasand.



Di 8ê Nîsanê de Amerîkayê bi fermî Supaya Pasdaran a Komara Îslamiya Îranê xiste nav lîsteya terorê. Rêveberiya Koşka Spî ragihand, her kes, alî, sazî û welatê ku bi Supaya Pasdaran re têkiliyê bike dê were sizadan.



Ev pênagava hikûmeta Amerîkayê, li cîhanê pêngaveke bêmînak e û cara ewil e ku welatek hêzên niştimanî yên welatekê din bixe nav lîsteya terorê



Ew biryara Amerîkayê weke amadekarî û beşek ji wan guhertinan e, ku Waşington dixwaze li Rojhilata Navîn di siyaseta xwe de encam bide.

Rudaw
Top