• Saturday, 14 February 2026
logo

Ji ber koça dawî ya Wekîl Mistafayêv Baregayê Barzanî peyama serxweşiyê belav kir

Gulan Media April 20, 2019 Nûçe
Ji ber koça dawî ya Wekîl Mistafayêv Baregayê Barzanî peyama serxweşiyê belav kir
Baregayê Barzanî peyamek bi boneya koça dawî ya nivîskar, siyasetmedar û kesê navdar ê kurdê Qafqasyayê belav kir.

Peyam waha ye:

Baregayê Barzanî serxweşiyê ji ber koça dawî ya Wekîl Mistefayêv dike

Ji bo malbata Wekîl Mistefayêv

Mixabin bi xemekî mezin ve nûçeya koça dawî ya nivîskar û kesayetiya diyar a kurdên welatên Sovyetê Wekîl Mistefayêv geheşt me. Xwedê jê razî kesekî niştimanperwer bû, ku xizmetekî mezin bo dîroka gelê kurd kiriye û ji destdana wê kesayeta mezin xisar û windayiyek mezin e.

Ji ber vê xema mezin serxweşiyê li we, kesûkar û dostan dikin û em xwe şirîkê wê xema we dibînin. Ji xwedêyê mezin em daxwaz dikin, xwedê jê razî bi biheşta xwe şad bike û sebr û aramiyê bide hemû aliyan.

Ana lile û Ana Aliye racun

Baregayê Barzanî

20.04.2019ê

Basnews
Top