Elî Teter: Di du salan de 242 proje li navçeyên Akrê û Berdereş hatin encamdan
Di civîna Serokwezîr Mesrûr Barzanî ligel kesayet û welatiyên navçeyên Akrê û Berdereşê de, Parêzgarê Duhokê Elî Teter ragihand, di nava du salên borî de 242 proje li navçeyên Akrê û Berdereşê hatine encamdan.
Elî Teter di gotara xwe de bixêrhatinî li Serokwezîr Mesrûr Barzanî kir û ragihand, her cara ku Serokwezîr Mesrûr Barzanî serdana parêzgeha Duhokê kiribe, ji bo danîna kevirê bingehê yê proje yan jî vekirina projeyên girîng bûye.
Teter destnîşan kir, di Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê de gelek projeyên girîng hatine encamdan, pêşkêşkirina xizmetguzariyên rasterast yek ji biryarên girîng ên ji bo xizmetkirina zêdetir a welatiyan e.
Parêzgarê Duhokê Elî Teter diyar kir, di nava du salên borî de Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi qasî 257 milyar û 545 milyon dînar, 242 projeyên cûr bi cûr li sînorê herdu navçeyên Akrê û Berdereşê encam dane, ji temamê wan projeyan, 141 proje ketine xizmera welatiyan, di hefteya bê de jî kevirê bingehê yê hejmarek projeyên din bi qasî 10 milyar dînar li herdu navçeyan têne danîn.
K24
