PDK dê serdana pêkhateya tirkmen bike
Biryar e îro danê êvarê şanda Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) serdanên xwe yên bo aliyên siyasî berdewam bike û serdana pêkhateya tirkmen bike.
Li gorî agahiyên BasNewsê, îro danê êvarê saet 18:00, şandeke Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) bi serokatiya Serokê Desteya Kargêrî ya Mekteba Siyasî ya PDKê Fazil Mîranî dê serdana 9 aliyên siyasî yên tirkmen li Hewlêrê bike.
Çavkaniyekî ji BasNewsê re ragihandiye civîn dê li baregeha Partiya Çaksazî ya Tirkmenî were lidarxistin û armanca serdanê gotûbêjkirina rewşa siyasî ya Herêma Kurdistanê û hilbijartinan e.
Serdana şanda Partiya Demokrata Kurdistanê bo aliyên siyasî piştî destpêşxeriya Serok Barzanî ya ji bo derbaskirina rewşa siyasî ya Herêma Kurdistanê tê.
Basnews
