• Thursday, 19 February 2026
logo

Wezîrê Çavkaniyên Avê yê Iraqê ji bo guftûgokirina pirsa avê gihîşt Hewlêrê

Wezîrê Çavkaniyên Avê yê Iraqê ji bo guftûgokirina pirsa avê gihîşt Hewlêrê

Wezîrê Çavkaniyên Avê yê Iraqê bi serdanekê li Hewlêrê ye û biryar e ligel Wezîra Çandinî û Çavkaniyên Avê û aliyên din ên pêwendîdar, pirsa ava Herêma Kurdistanê û Iraqê gotûbêj bike.

Wezîrê Çavkaniyên Avê yê Iraqê Aun Ziyab û şandeke pê re derengiya şeva borî gihîştin Herêma Kurdistana Iraqê û li firokxaneyê ji aliyê Wezîra Çandinî û Çavkaniyên Avê Bêgerd Talebanî ve hatin pêşwazîkirin.

Wezîrêa Çandiniyê Bêgerd Talebanî diyar kir, şanda mêvan di çarçoveya serdana xwe ya li Herêma Kurdistanê de, dê çend hevdîtinên hevbeş pêk bînin, bi armanca guftûgokirina dosyaya avê li ser asta Herêma Kurdistanê û Iraqê.”

 

K24

Top