• Thursday, 19 February 2026
logo

Li Rihayê lehî rabû

Li Rihayê lehî rabû

Li navçeya Serê Kaniyê ya ser bi parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê ve ji ber barana zêde hejmarek mal û kolanên nav bajêr di bin avê de man.

Ji şeva borî ve li navçeya Serê Kaniyê ya Rihayê baran dibare û di encam de hejmarek malên welatiyan û kolanên nav bajêr di bin avê de man û zerara madî çêbû.

Wêne: AA
Piştî rabûna lehiyê tîmên girêdayî Şaredariya Serê Kaniyê ji bo valakirina avê ji nav malan dest bi kar û xebatên xwe kirin. Serokê Şaredariya navçeyê Feyyaz Soylu li Taxa Yenişehirê ku hejmarek mal di bin avê de mabûn serdana welatiyan kir û got, ji bo rewş dubare nebe dê tedbîrên pêwîst werbigrin.

Wêne: AA
Saziya Keşnasiyê ya Tirkiyê îro 21ê Gulanê ragihandiye ku dê bo dema hefteyekê li seranserê Tirkiyê barîna baranê berdewam be û divê tedbîrên pêwîst bên wergirtin.

 

Rudaw

Top