• Saturday, 14 February 2026
logo

Peyama Serok Barzanî ya bo cejna Qiyameya Hezretê Mesîh

Gulan Media April 20, 2019 Nûçe
Peyama Serok Barzanî ya bo cejna Qiyameya Hezretê Mesîh
dibêje ev minasebetên han derfetên başin bo bihêztir kirina bihevre jiyanê
Bi minasebeta hatina cejna Qiyameya hezretê Mesîh Serok Barzanî peyamek pêşkêş kir ku ev jî tekesta vê ye;

Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Bi minasebeta hatina cejna Qiyameya Hezretê Mesîh (Silavên xwedê li ser be) pîrozbahiyeke germ pêşkêşî hemû xuşk û birayên Mesîhiyên Kurdistan, Iraqê û seranserê cîhanê dikim û hêvîdarim hemû cejnên xwe di xweşî û şadî û bexteweriyê de pîroz bikin.

Helkeft û cejna pêkhatên Kurdistanê derfetên başin ji bo dûpatkirina birayetî û aştî û pêkvejiyanê û cihê şanaziyêye li welatê me çanda pêkvejiyan dîrokeke xwe ya kevin heye û li sayeya wê kultûra bilinda xelkê Kurdistanê ye ku welatê me li asta herêmayetî û cîhanî da mînakeke diyar ya pêkvejiyana pêkhatan û ol û neteweyiyên cûdaye.

Di vê helkefta pîroz da hêviya bextewerî û şadiyê ji bo xuşk û birayên me yên Mesîhî dixwazim û hêvîdarim ev helkeft destpêkek bê ji bo nemana tundiyê û zulm û aştî li ser navçeya me û cîhanê da bikêşê.

Bimînin bi xêr û xweşiyê da

Mesûd Barzanî

20.04.2019
Top