• Saturday, 14 February 2026
logo

HDPê ji bo Qersê ji Îmamoglu alîkarî xwest

Gulan Media April 19, 2019 Nûçe
HDPê ji bo Qersê ji Îmamoglu alîkarî xwest
Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Perwîn Buldan daxwaz ji berprisên CHPê dike ku herdu şaredariyên Stenbol û Qersê bi hev re alîkar bin daku rewşa van herdu bajaran xweştir bibe.



Di rûpela xwe ya tiwiterê de, Hevseroka HDPê Perwîn Buldan ji Serokê Şaredariya Stenbolê, Ekrem Îmamoglu re nivîsandiye, ku ev cara yekê ye, HDPê şaredariya Qersê bi dest dixe û CHPê jî şaredariay Stenbolê bi dest xistiye, lewra ew dikarin ji bo hevkariya zêdetir bi hev re kar bikin û van herdu bajaran bikin cêwiyê hev.



Li aliyekê din, Serokê Şaredariya Qersê, Ayhan Bilgen jî li ser hesabê xwe yê twitterê ragihandiye: Eger em li gel Stenbulê destexûşk jî nebin, emê destpêşxer bin bi rêya hevbajariyên xwe yên ku li Stenbolê nîştecih in, daku em baştirîn xizmetê pêşkêşî vî bajarî bikin.



Piştî serkevtina di hilbijartinên 31ê Adarê de û hilbijartina wî weke serokê nû yê şaredariya Stenbolê, Hevseroka HDPê Perwîn Buldan yekem kes bû bi navê HDPê peyama pîrozbahiyê ji Ekrem Îmamoglu re şand.

Rudaw
Top