• Thursday, 19 February 2026
logo

Biden pakêteke alîkariya serbazî ya bi qasî 375 milyon Dolar bo Ukraynayê radigihîne

Biden pakêteke alîkariya serbazî ya bi qasî 375 milyon Dolar bo Ukraynayê radigihîne

Rayedarekî Amerîkî ragihandiye, Serokê Amerîkayê Joe Biden pakêteke alîkariya serbazî ya bi qasî 375 milyon Dolar ji bo Ukraynayê radigihîne.

Rayedarê Amerîkî ku nexwestiye navê wî were eşkerekirin, diyar kiriye ku ew pakêt topxane, teqemenî û mûşekan li xwe digre.

Koşka Spî îro Şemiyê 20ê Gulana 2023an ragihand, Serokê Amerîkayê Joe Biden li bendê ye ku ligel Serokê Ukraynayê Volodimir Zelensky li bajarê Hiroshima yê Japonyayê hevdîtinê bike û got: “Herdu serok di çarçoveya Lûtkeya G7 de dicivin.”

Li ser vê mijarê, Şêwirmendê Asayîşa Netewî ya Amerîkayê Jake Sullivan gotiye: “Serok Biden li benda vê derfetê ye ku rû bi rû ligel Zelensky hevdîtinê pêk bîne.”

 

K24

Top