• Monday, 18 May 2026
logo

Almanya têkiliyên xwe li gel Kurdistanê bihêztir dike

Almanya têkiliyên xwe li gel Kurdistanê bihêztir dike

Serokwezîr li gel şandeke bazirganî ya Almanî civiya.

Îro Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî li gel şandeke bazirganî û pîşesazî ya Almanî civiya û piştî civînê jî Serokwezîr wisa nivîsand;

Îro me pêşwaziya şandeke pêkhatî ji nunerên hijmarek kompaniyên Almanî kir

Me giftûgo derbarê pere pêdana hêlbirîn û têkiliyên bazirganî yên di navbera herêma Kurdistanê û Almanyayê de kir.

Me bi awayeke kurt behsa reformên kabîneya nehan ya hikûmeta herêma Kurdistanê yên di warê pir cure kirina abûrî û karasanî kirin bo Hêlbirêneran û nehêştina birokirasî û dîcîtalîze kirina xezmetgozariyan kir.

Me herwiha rêzdariya xwe ya li hember piştgîriyên leşkerî yên Almanyayê li herêma Kurdistanê di çarçoveya hevpeymaniya cîhanî ya bo rûbirû bûna DIŞI diyar kir û xwesteka herêma Kurdistanê jî ya ji bo pêşde birin û bihêztir kirina têkiliyan li gel Almanya û fêde wergirtin ji ezmûna pêşkeftî ya vê welatî di warê pîşesazî de diyar kir.

Şanda bazirganî û nunerên kompanî Almanî jî balkêşandine ser rola girîng ya herêma Kurdistanê li deverê û amade bûna welatê xwe jî bo pêşde birina kar, çalakî û hêlbirînê li Kurdistanê de diyar kir.

 

Top