Turkîya: Radestkirin a dever ên sinûrî bi Suryayê re kerek na waq'îye
Îbrahîm Kalin peyivdarê serokatiya Tirkyê di kongreyeke rojnamevanî de raghand, tiştekî ne waq'îye ku Tirkyê erda di destê xwe de li bakurê Sûryê radestî hikumet a Sûryê bike, ku bi gotna wî niyeta wan di vê yekê de nîne.
Kalin herweha gotîye, Tirkyê karî ewelehîya navçeyên ji Cerablus heta 'Efrîn û ji 'Efrîn heta Idilbê biparêze û ne hêzên YPG, ne yên hikumetê û ne yên Da'şê li wê navçeyê dimînin.
Kalin amaje bi wê yekê jî kir ku hikumeta Sûryê, rojhlatê Furatê radestî Emerîkîyan kir, rûberek radestî YPGyê kir û hejmarek ji navçeyan radestî Rûsyê kir û ew dizanin ku li Başûrê Sûryê jî hejmarek ji navçeyan radestî hin alyên din kirine.
K24
