Abdullah Gul: Sedema şikestinên AKPê ne ez im
Yêk ji damezrênerê AKPê û Serokomarê berê Abdullah Gul derbarê rewşa dawî ya AKPê da axivî û got: “Wî çi astengî li pêşiya serkeftina AKPê dernexistine, ew fêm nake, çima wî wek berpirsê windakirinê dibîn in.
Parlamenterekî AKPê berî du rojan beşdarî televizyonek urdî bû bû û gotibû: Abdullah Gul, sinurên xwe derbaz dike, rastiyan nabêje û derewan dike.”
Gul bersiva rexneyên nûnerên AKPê da û got: “39 km ez bi dûrbinê ber xwe didim AKPê û wan jiber xeletiyên wan hişyar dikim. Min berê jî gelek caran hişyarî dane wan, lê guhnedan hişyariyên min.”
Abdulah Gul, di derbarê Hilbijartinên Stenbolê de, rexne kiribûn û paşê, serkeftina Ekrem İmamoglu pîroz kiribû.
Li aliyê din demeke dirêje behsa wê yekê dihê kirin ku wê Abdullah Gul ligel wezîrên berê yê Tirkiyê hizbeke nû ava bike.
Basnews
