PKK siyaseta xwe ya li Rojava li Xanesorê jî bicîh tîne
Berpirsê rêxistina fermandariya Şingalê yê Pêşmergeyên Kurdistanê Xelîl Şivan ji BasNewsê re ragehand: ‘’PKKê Xanesor bixwe kiriye Rojava û plana wan ya siyasî ew e li gel Heşdî Şeibî dijatiya deverê dikin. Naha jî li wargeha Xanesorê PKK û Heşdî Şeibî li gel yek kar dikin bo parastina berjewendiyên xwe yên taybet. Ji ber her du alî berjewendiya wan li gel yek e. ji ber wê Heşdî Şeibî nahêle PKK Şingalê vala bike.’’
Qaymeqamê qeza Şingalê Mehma Xelîl jî ji Basnewsê re ragehand: ‘’Xanesor beşek e ji Şingalê û Şingal jî beşek e ji Mûsilê. Ew jî parêzgehekî Iraqê ye û nabe serweriya Iraqê bê binpê kirin û zêdegavî li ser serweriya Iraqê bikin.’’
Herwaha got: ‘’Rêveberiya rewa ya Şingalê nazivire Şingalê ji ber rewşa naha heyî. Li Şingalê lijneyekî hêza ewlehiyê pêwîste bê çêkirin, yan jî hêzên hevpar bo Şingalê bên ava kirin û ewlehiya deverê û îdareya rewa bê parastin, wê demê dê îdareya rewa wegere Şingalê.’’
Basnews
