Sê kolberên din jiber sermayê canê xwe ji dest dan
Li gor jêderên taybetî ji Rojhilatê Kurdistanê, şeva sêşemê 5 kolberên Kurd li devera Pîranşarê ya li Rojhilatê Kurdistanê, jiber pêleke sermayê dikevin.
Jêderên taybetî diyar kirin ku ev 5 kolberên Kurd li zozanên Xwedê yên nêzî bajarê Pîranşarê, rastî pêla sermayê hatine û sê ji wan canê xwe ji dest daye û 2 ji wan jî karîne xwe rizgar bikin.
Termê wan her sê kolberan bo serdxaneya Pîranşarê hatine veguhastin û vê radestî kesûkarên wan werin kirin.
