Seroka Parlamentoya Kurdistanê destxweşî li destpêşxeriya Serok Barzanî dike
Seroka Parlamentoya Kurdistanê, ji bo derbas kirina vê rewşê û yekxistina navmala kurd, destxweşî li destpêşxeriya Serok Barzanî dike.
Îro 17.05.2023yê Seroka Parlamentoya Kurdistanê Rêwas Fayeq di civîneke çapemeniyê de ragehand: ‘’Destxweşiyê em li destpêşxeriya Kak Mesûd barzanî dikin û pêşwaziyê li civîna PDK û YNKê dikin.’’
Herwaha got: ‘’Destxweşiyê li hemû aliyan dikin ku bo derbas kirina vê rewşê û yekxistina navmala kurd pêngav dane destpê kirin.’’
Derbarê çalak kirina komîsyona helbijartinê de jî Rêwas Fayeq diyar kir: ‘’CV ya ew kesên ku ji bo cîh girtina beşek ji encûmenên komîsyaran hatine, ji desteya destpakî û wezareta navxwe re hatine şandin, eger ti pirsgirêkek nebû, ew dê bên pejirandin.’’
Herwaha diyar kir: ‘’Em li Parlamentoya Kurdistanê amade ne ji bo her rûniştinek û gotûbêj kirina li ser her mijarekî ku pêwîst be û pejirandineke her projeyasayekî ku hebe em amade ne.’’
Rêwas Fayeq got: ‘’Em destxweşiyê li wan aliyan jî dikin ku amadebûna xwe nîşandane ji bo encamdana helbijartinan di dema xwe de.’’
Basnews
