• Saturday, 14 February 2026
logo

Li Îlamê 3 girtiyên kurd hatin bidarvekirin

Gulan Media April 18, 2019 Nûçe
Li Îlamê 3 girtiyên kurd hatin bidarvekirin
Li bajarê Îlam yê Rojhilatê Kurdistanê 3 kesên kurd hatin bidarvekirin.

Dezgeha mafên mirov ya Hengaw ragihandiye, îro danê sibê li Îlamê 3 girtiyên kurd li girtîgeha navendî ya bajêr hatin bidarvekirin.

Ew kesên kurd bi tohmeta kuştinê hatibûn girtin û cezayê mirinê bi ser wan de hatibû sepandin.

Heta niha ti agahiyek li ser nasnameya wan nehatiye belavkirin.

Top