• Thursday, 19 February 2026
logo

Erdogan ji bo 28ê Gulanê peyamek belav kir

Erdogan ji bo 28ê Gulanê peyamek belav kir

Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan got “Em ê rojên pêş bi awayekî herî baş û berhemdar binirxînin. Bi destûra Xwedê em dê 28ê Gulanê bikin mizgîniya Sedsala Tirkiyeyê.”

Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan li ser hesabê xwe yê medya civakî de parvekirinek kir û tê de got “Me wek Tifaqa Cumhur ezmûna yekem a hilbijartinên herî krîtîk a welatê me hemd ji Xwedê re bi rûyek spî da.”

Herwiha Erdogan dibêje “Me bêyî ku em bên provokekirin, guhnedana zextan, bêyî ku çavtirsî bibin, li berxwedana li hemberî zehmetiyan, têkoşîneke mezin da meşandin” û wiha berdewam kir:

“Ji bo ked, xebat û fedakariya we her yek ji we spas dikim. Ez hezar carî spasiya Rebbê xwe dikim ku ji min re rêhevalên wek we daye.

Niha dem hatiye ku em serkeftina ku me di 14’ê Gulanê de bi dest xistî bi serketineke mezintir bi tac bikin.

Gera duyemîn a hilbijartinê, rojek piştî 63yemîn salvegera darbeya 27ê Gulanê dê di 28ê Gulanê de bê lidarxistin.

Em tifaqek in me ku îradeya netewî, evîna xizmetkirina welat û nîştiman xistiye navenda siyaseta xwe.

Em tenê dikarin bi xebat û bazdana zêdetir deynê xwe yê şikirdariyê bidin miletê xwe, yê ku ji bo vê dozê li me xwedî derketiye û di dema pêwîst de bi tankan re rû bi rû maye.

Tirkiye ji me hêviya xizmetê ye, li hêviya îcraetê ye. Gelê me ji me hêvî dike ku em wan bi armancên wan re bînin cem hev.

Mexdûrên me yên erdhejê li benda me ne ku di zûtirîn dem de birînên wan bipêçînin.

Piştî ku rengê sindoqan zelal bû me ji bo hilbijartinên 28ê Gulanê dest bi xebatê kir.

Înşallah em ê rojên pêş bi awayekî herî baş û berhemdar binirxînin.

Bi destûra Xwedê em dê 28ê Gulanê bikin mizgîniya Sedsala Tirkiyeyê. Ez bi we bawer im.”

 

Rudaw

Top