Îranê bersîva Amerika da: Centcom terorist e!
Ligor wê projeyasayê, Îran hêzên fermandeya navendî yên Amerîka ku bi Centkom tê naskirin, ku hemû hêzên wî welatî li Rojhilata Navîn û bakûrê rojhilatê Efrîqa li xwe digre bi terorist binav dike û her cûre pêwendî û alîkarî jî, digel wan hêzan wek karê terorî hejmar dike.
Di wê projeyasayê de, hikûmeta Îranê tê raspardin, ku di çarçoveya bernameya Civata Bilind a Asayişa Neteweyî ya Îranê de bersiva hemû wan kiryarên Amerîka bide, ku berjewendiyên Îranê dixe metirsiyê de.
K24
