• Saturday, 14 February 2026
logo

Nêçîrvan Barzanî ji bo serdan kirina Çîne hate bang kirin

Gulan Media April 17, 2019 Nûçe
Nêçîrvan Barzanî ji bo serdan kirina Çîne hate bang kirin
Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê roja Sêşem 2019-04-16 pêşwaziya Li Joum Cîgirê Berpirsê têkiliyên Navdewletî yên Komîtya Navendiya Partiya Komunîsta Çînê kir.

Her du aliyan li civînekê bi berhev bûna Balyozê Çînê li Îraqê û Konsulê vî welatê Li Herêma Kurdistanê pêdagirî li ser berfireh kirina têkilî û hemahengî li warê abûrî, bazirganî, perepêdan û avakirina jêrxan, sermayeguzariyê kirin.

Joun xuyakir Çîn bi giringî berê xwe dide rola bi bandona Herêma Kurditanê li şerî dijî terorê û şikista DAIŞê. Herwiha bal kişande ser alîkarê û hemahengî tevî Herêma Kurdistanê û Îraqê ji bo ava kirina têkilî yên du alî û afirandina derfetên kar û sermaye razandin li Herêma Kurdistnaê û bi kar anîna ezmûna Çînê li warê revebirina abûrî, xizmetguzarî û teknolojiya.

Serokwezîr Barzanî spasiya piştîvanê û alîkarî yên Çîne ji bo Herêma Kurdistanê kir û pesna rola Balyozxaneya Çînê li Bexdayê û Konsulxaneya vî welatê li Hewlêrê ji bo pêş xistina têkiliyên navbera Herêma Kurditanê û Çînê kir.

Her di vê hevdîtinê de, Partiya Komunîsta Çînê, Nêşîrvan Barzanî ji serdan kirina vî welatî vexwand.


Top