Li Amerîkayê di encama êrîşeke çekdarî de 3 kes mirin
Hat ragehandin, li bajarê Farmîngton yê li eyaleta New Mexîco ya Amerîkayê, di êrîşeke çekdarî de herî kêm 3 kes hatin kuştin û 2 polîs jî birîndar bûn. Herwaha hat zanîn ku êrîşkarê temen 18 sal jî ji aliyê polîs ve hat kuştin.
Li Amerîkayê piştî êrîşa 7ê Gulanê ku bû sedema mirina 8 kesan, îro jî li bajarê Farmîngton a ser bi eyaleta New Mexîcoyê êrîşeke din ya çekdarî pêk hat.
Di daxuyaniya rêvebirtiya Polîsan a Farmîngtonê de hat ragihandin ku di êrîşê de herî kêm 3 kesan jiyana xwe ji dest dane û 2 polîsên ku bersiv dane êrîşê jî birîndar bûne.
Hat diyar kirin rewşa kesên birîndar ber bi başiyê ve diçe, êrîşkar jî li cihê bûyerê ji aliyê polîs ve hatiye bê bandor kirin.
Rêveberiya navçeya Dibistana Farmîngton ê hemû dibistanên bajêr, Ji ber êrîşê, ji bo demekî hatin û çûyîn rawestand û hat ragihandin ku di bûyerê de jî ti xwendekar û xebatkarên dibistanê ziyan nedîtine
Di derbarê sedema êrîşê û nasnameya kesê êrîşkar de ti hurgiliyek nehatin parve kirin û lêpirsîn berdewam dike.
Farmîngton ku nifûsa wê bi qasî 46 hezar e, bi qasî 320 kîlometre li bakur rojavayê Santa Fe ya paytexta eyaleta New Meksîkayê ye.
Di êrîşa çekdarî ya li eyaleta Teksasê ya 7 'ê Gulanê de jî, êrîşkarê ku ketibû navenda kirîn û firotinê 8 kes kuştibû û 7 kes birîndar kiribû.
Basnews
