Iraq: Supaya Pasdaran li Iraqê nîn e
Di kongrêya xwe yê rojnamevanî yê heftane de, Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî daxûyaniyên Wezîrê Derve yê Amerîka Mike Pompeo derbarê Supaya Pasdarên Îranê li Îraqê red kir û got, Supaya Pasdaran li Iraqê kar nake û tişta Pompeo gotî ji rastiyê dûr e.
Serokwezîrê Îraqê derbarê pirsa dirustkirina Herêma Besre got, ew pirse ji bo xelkê wî parêzgehê hatiye hiştin.
Ebdulmehdî got jî, ew dê îro seredana Siudiyê bike û beriya meha Remezanê dê seredana Elmanya û Fransa bike.
K24
