• Monday, 18 May 2026
logo

Aştî Koçer: Hin neyar û dijmin propagandaya wê yekê dikin ku PDK nahêle koçber vegerin

Aştî Koçer: Hin neyar û dijmin propagandaya wê yekê dikin ku PDK nahêle koçber vegerin

 Berpirsê baskê 17ê yê PDKê li Şingalê diyar kir, xelkê Şingalê berdewam daxwaza cîhbicîh kirina rêkeftina Şingalê dike û li gel wan jî heta ew rêkeftin cîhbicîh nebe rewşa Şingalê aram nabe.

Berpirsê baskê 17ê yê PDKê li Şingalê Aştî Koçer ji BasNewsê re ragehand: ‘’Hin neyar û dijmin propagaya wê yekê dikin ku PDK nahêle koçberên Şingalê vegerin, lê bi hemû awayekî rê vekiriye ji bo koçbera û ewên ku bixwazin vegerin ti astengek ji bo wan tine. Em li gel hemû saziyan civiyan, bo ku hemû awayekî asankarî bê kirin ji vegera koçberan re û em li bendê ne ku hemû koçber bi awayekî serbilindî wegerin ser mal û halên xwe.’’

Aştî Koçer got: ‘’Xelkê Şingalê berdewam daxwaza cîhbicîh kirina rêkeftina Şingalê dikin û li gor wan jî heta ew rêkeftin cîhbicîh nebe rewşa Şingalê aram nabe. Eger rêkeftin cîhbicîh bibe, wê demê li Şingalê yasa û rewabûn dê li ser kar ba û îdareya hevbeş dê pêkbê û di navbera hêzên Pêşmerge û artêşa Iraqê de hemahengî hebe û li gel yek dê hemwelatiyan biparêzin.

Herwaha got: ‘’PDK, her pêngavekî ji bo berjewendiya xelkê bavêje, grubên çekdar dijatiya wê dikin û propaganda wê yekê dikin ku PDK nahêle koçber vegerin. Ew gotin di bingeh de jî nerast e, deriyê PDKê bo koçberan vekiriye û ew azadin bimînin yan vegerin ti astengek li pêş wan tine.’’

 

Basnews

Top