Viyan Dexîl: Wezareta Koç û Koçberên Iraqê biryarekî dijî koçberan derxist
Endama Encûmena Nûnerên Iraqê ragehand, wezareta koç û koçberên Iraqê, dabîn kirina mûçeyê çavdêriya civakî bi vegera koçberan a ji bo Şingalê ve girêda ye.
Endamaê Encûmena Nûnerên Iraqê Viyan Dexîl, di tora xwe ya civakî facebookê de ragehand: ‘’Wezareta Kar û Karûbarên Civakî ya Iraqê biryar dabû mûçe ji bo koçberan dabîn bike. Lê naha Wezareta Koç û Koçberên Iraqê biryarek dijî wî biryara Wezareta Kar derxistiye û mercê dabîn kirina mûçeyê çavdêriya civakî bi vegera koçberan ve girêdaye. Ev binpêkirine li dijî koçberan hatiye kirin û emê dengê xwe bigehînin rêxistinên mafê mirov a Netewên Yekbûyî û UNAMI û lijneya mafê mirov a Parlamentoya Iraqê, ku li ser vê binpêkirinê bêdeng nebin.’’
Herwaha aşkera kir: ‘’Givaş li ser koçberan tê kirin ku vegerin Şingalê, lê heta naha koçber ji ber rewşa xirab a Şingalê nevegeryane û nikarin vegerin. Ji ber wê em daxwaz ji Mihemed Şiya Sûdanî dikin li ser vê biryara wezareta koç û koçberên Iraqê raweste, ku dijî koçberan e.’’
Basnews
