Namzedê HDPê bo serokatiya şaredariya Amedê destûrnameya xwe wergirt
Namzedê HDPê bo serokatiya şaredariya Amedê Adnan Selçûk Mizrakli, ku di hilbijartinên 31 Adarê de piraniya dengan bi dest anîbû û li hember namzedê AKPê bi ser ketibû, îro danê sibê destûrnameya xwe wergirt.
Mizrakli piştî ku destûrnameya xwe wergirt, got, ji xwe me roja 1 Nîsanê destûrnameya xwe wergirt çimkî yên ku tên hilbijartin, destûrnameya xwe ji gel werdigirin.
Tirsa wê hebû hikûmet bi hêceta ku HDP “baskê siyasî yê PKKê” ye, destûrnameya Mizrakli nede lê îro danê sibê Mizrakli destûrnameya xwe wergirt.
Waar.tv
