• Saturday, 14 February 2026
logo

Namzedê HDPê bo serokatiya şaredariya Amedê destûrnameya xwe wergirt

Gulan Media April 16, 2019 Nûçe
Namzedê HDPê bo serokatiya şaredariya Amedê destûrnameya xwe wergirt
Serokê nû yê şaredariya bajarê Amedê yê Bakûrê Kurdistanê Adnan Selçûk Mizrakli destûrnameya xwe wergirt û bi fermî dest bi xebatê kir.

Namzedê HDPê bo serokatiya şaredariya Amedê Adnan Selçûk Mizrakli, ku di hilbijartinên 31 Adarê de piraniya dengan bi dest anîbû û li hember namzedê AKPê bi ser ketibû, îro danê sibê destûrnameya xwe wergirt.

Mizrakli piştî ku destûrnameya xwe wergirt, got, ji xwe me roja 1 Nîsanê destûrnameya xwe wergirt çimkî yên ku tên hilbijartin, destûrnameya xwe ji gel werdigirin.

Tirsa wê hebû hikûmet bi hêceta ku HDP “baskê siyasî yê PKKê” ye, destûrnameya Mizrakli nede lê îro danê sibê Mizrakli destûrnameya xwe wergirt.

Waar.tv
Top