• Saturday, 14 February 2026
logo

Rêkeftin li ser nexşeya vegera Pêşmerge bo navçeyên Kurdistanî hate kirin

Gulan Media April 15, 2019 Nûçe
Rêkeftin li ser nexşeya vegera Pêşmerge bo navçeyên Kurdistanî hate kirin
Îro her du komîtên bilind ên Wezareta Bergîriyê Iraqê û Wezareta Pêşmerge li bajarê Hewlêrê derbarê navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê civiyan û gihîştin rêkeftinekê.

Supasalarê Pêşmerege derbarê civînê de ragihand, komteyan karê rûpîvanê ji Xaneqînê û heta rojavayê Dîcleyê kirin. Piştî bidawîbûna kar jî, nexşe û cihê Pêşmerge û artêşa Iraqê bi zelalî diyar dibin.

Ev pêngava di navbera Hewlêr û Bexdayê de, yekem pêgava kirdarî ye ji bo vegera hêzên Pêşmerge ji navçeyên Kurdistanê yên li derveyî Herêma Kurdistanê û tê pêşbînîkirin çend rêkar û civînên din bêne kirin.

Piştî bûyerên 16ê Cotmeha 2017an, hêzên Iraqê yên cuda tekalî navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê birêve dibin û vê yekê jî mafên pêkhateyan û ewlehiya wan navçeyan xistiye metirsiyê, lê niha hewlek heye ji bo hêzên Pêşmerge vegere hin navçeyan.

Top