Bînalî Yildirim: Ray di sindoqê da hatine dizîn
Bînalî Yildirim li avahiya AKPê ya Stenbolê ji medyayê ra axivîye û gotiye di hilbijartinên 31ê Adarê da du daxuyanî hatin kirin, yek ya namzedê CHPyê bûye ku wî reqam da û got bi 29 hezar û 500 zêde rayan va ew bi ser ketiye, ya din jî daxuyaniya wî bi xwe bûye ku wî jî li gor encaman serkeftina xwe aniye ziman.
Yildirim daxuyaniya Serokê Lijneya Bilind a Hilbijartinê (LHB) Sadî Guven bi bîr xist û got wî jî daxuyaniyek dabû û gotibû bi 27 hezar û 889 rayan ve namzedê CHPyê Ekrem Îmamoglu li pêşiyê ye û got bi vî awayî şaîbe, bêrêtî û şaşiyên der barê hilbijartinê da hatine rojevê.
Bînalî Yildirim der barê îtirazên ji bo hilbijartinê hatine kirin da got 191 îtiraz hatine kirin ji van 13 heb hatine qebûlkirin, 177 hatine redkirin.
Der barê rayan û niqaşên tên kirin da Yildirim gotiye: “Ray di sandiqê da hatine dizîn, evqas eşkere ye. Rayên me li ser namzedê li hemberî me hatine nivîsandin. Em li pey hiqûqê ne, em hewl didin dengên ku welatiyên me dan di sandoqê da neyên xwarin. Bi rastî serokê ku dê bajarekî bi qasî memleketekî mezin ê wekî Stenbolê bi rê va bibe, bi hilbijartineke biguman û seqetmayî va were hilbijartin, tiştekî zehf xweş nîne. Di hilbijartinê da bi tenê bêrêtî, şaşî, şaîbe û dizîna rayan nehatiye kirin. Hê gelek şaşî hene."
Basnews
