• Saturday, 14 February 2026
logo

Mesrûr Barzanî: Lazime hevkarî û hemahengiya li gel hêzên pêşmerge bidome

Gulan Media April 15, 2019 Nûçe
Mesrûr Barzanî: Lazime hevkarî û hemahengiya li gel hêzên pêşmerge bidome
behsa hevkarî û hemahengiya navbera hêzên pêşmerge û hevpeymanan de kirin
Îro Şêwirmendê civata ewlekariya Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwaziya Fermandarê tîma hevbeş ya operasiyonên taybet yên li Îraq û Sûriyeyê general Patrick Roberson û şandeke pê re kir.

Di civînê de behsa pêşhatên dawî yên li deverê bi giştî û hemahengiya di warê rûbirû bûna metirsiyên terorîstan hate kirin.

Şêwirmendê civata ewlekariya Kurdistanê Mesrûr Barzanî derbarê dabîn kirina hevkarî û pêdiviyên hêzên pêşmerge de, diyar kir ku lazime hevkarî û hemahengiyên han bidomin jiber ku ev hevkarî û hemahengiyên han xudan bandorin.

Mesrûr Barzanî herwiha diyar kir ku lazime derbarê normal kirina reşwa deverên Kurdistanî yên derveya îdareya Kurdistanê lez were kirin daku destkeftên heyî werin parastin û rewşa ewlekariya wan deveran were parastin û lêv û tevgerên DIŞIê jî werin kêmkirin.

Di beşeke din ya civînê de general Patrick Roberson behsa rola bi bandor ya hêzên pêşmerge di şerê dijî terorîstên DIŞIê de kir û ragihand ku hêzên hevpeymanan li ser bernameya xwe ya bo hevkarî kirin, perwerde kirin û dabîn kirina pêdiviyên hêzên pêşmerge berdewam dibin.

Giftûgo kirin li ser rola hemahengiya navbera hêzên Amerîkî, Îraq û Kurdistanê ya boa ram kirina rewşa deverê mijareke din ya civîna han bû.
Top