• Saturday, 14 February 2026
logo

HPG êrîşî ser karwaneke leşkerî ya Tirkiyeyê kir

Gulan Media April 15, 2019 Nûçe
HPG êrîşî ser karwaneke leşkerî ya Tirkiyeyê kir
êrîş li ser rêya Bazîd û Idîrê pêk hatiye
Li gor çapemeniya nêzî PKKê roja 13ê Nîsanê endamên hêzên parastina gel li herêma Serhedê êrîşî ser karwaneke leşkerî ya artêşa Tirkiyeyê kirine.

Li gor daxuyaniya han di encama êrîşê de ku li ser rêya Bazîd û Idirê de pêk hatiye tirimbîleke leşkerî ya artêşa Tirkiyeyê hatiye jinavbirin û hijmarek leşker ku di nava tirimbîlê de bûne hatine kuştin û birîndarbûn.

HPGê belav kiriye ku piştî sê seatan ji vê êrîşê artêşa Tirkiyeyê gehêştiye cîhê bûyerê û înqaza tirimbîla leşkerî û cenazeyên leşkerên kuştî û birîndar ra kiriye.

Heta niha Tirkiye di vê derbarê de ti zaniyarî belav nekiriye.

Top