• Saturday, 14 February 2026
logo

Ehmed Turk bi fermî serokatiya şaredariya Mêrdînê wergirt

Gulan Media April 15, 2019 Nûçe
Ehmed Turk bi fermî serokatiya şaredariya Mêrdînê wergirt
Namzedê HDPê yê serokatiya şaredariya bajarê Mêrdînê yê Bakûrê Kurdistanê Ehmed Turk destûrnameya xwe wergirt û bi fermî bû serokê şaredariya Mêrdînê.

Piştî 15 rojan, namzedê HDPê yê serokatiya şaredariya Mêrdînê Ehmed Turk, ku di hilbijartinên 31 Adara îsal de li hember namzedê AKPê bi ser ketibû, destûrnameya xwe wergirt û bi fermî bû serokê şaredariya Mêrdînê.

Ehmed Turk piştî ku destûrnameya xwe ji Komîsyona Hilbijartinan ya Tirkiyê wergirt, ragihand, ewê hewl bidin layîqê xelkê Mêrdînê bin û xizmet baş û rast ji xelkê bajêr re bikin.

Serokê şaredariya Mêrdînê anî ziman ku ewê tevahiya wan piroje û karên ku ji aliyê serokê berê yê şaredariya Mêrdînê ve hatine kirin, li ber çavan re derbas bikin û karekî zelal bikin.

Waar.tv
Top