• Saturday, 14 February 2026
logo

Artêşa Tirkiyê bajarokê Til Rifatê topbaran dike

Gulan Media April 15, 2019 Nûçe
Artêşa Tirkiyê bajarokê Til Rifatê topbaran dike
Topxaneya Artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên li Efrînê xalê YPGê li bajarokê Til Rifetê yê li 20 K.M li başûrê rojhilatê Efrînê dikeve, topbaran dike.

Jêderekî ji nava Efrînê ji K24ê re ragihand, Topxaneya Artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ji nava Efrînê ve toban davêjin xalên YPGê yên li bajarokê Til Rifetê.

Da zanîn jî, îro ji danê sibê ve tevgereke awarteke ya grûpên çekdar li nava Efrînê heye û hejmarek otombîlên çekdaran ji nava Efrînê ve ber bi riya Efrîn – Helebê ve birê ketine.

Ev yek di demekê de ye, çend roj in helîkopterên artêşa Tirkiyê û firokeyên bêfirokvan li esmana Efrîn û ta bajarokê Til Rifetê bi berdewamî digerin.

Piştî civîna dualî ya berî çend rojan di navbera Serokê Rûsiya Vladimir Putin û Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan de, hat belavkirin ku hêzên leşkerî yên Rûsî ji derdora bajarokê Til Rifetê xwe vekişandin û çekdarên opozisyona Sûriyê xwe amade dikin ku wî bajarokî kontrol bikin.

K24
Top