Komara Çekê dê vîzayê bi karsaz bazirgan û xwendekarên kurd bide
Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, roja duşemê 15.04.2019ê li bajarê Hewlêrê, pêşwazî li Martin Smolik cîgirê wezîrê derve yê Komara Çekê kir û di civînekê da bi amadebûna Konsulê wî welatî li Hewlêrê, cîgirê wezîrê derve yê Komara Çekê got ku konsulxaneya giştî ya welatê wî li Herêma Kurdistanê dest bi pêdana vîzayê bi karsazan, bazirganan û xwendekarên dixwazin li Komara Çekê bixînin dike.
Şandeya Komara Çekê xwesteka welatê xwe nîşan da ku hikûmeta Herêma Kurdistanê nûneratiya xwe li Piraga paytexta welatê wan veke û ev pêşniyar bi dilê serowkezîrê Herêma Kurdistanê bû.
Her du aliyan tekîd li ser hevkarî û hevahengiya navbera herêma Kurdistanê û Komara Çekê di hemû waran da kir û pêşhatên pirosesa siyasî li herêma Kurdistanê û xebatên pêkanîna kabîneya nû û têkeliyên navebra Hewlêr û Bexadayê gotûbêj kirin.
