• Thursday, 19 February 2026
logo

Viyan Sebrî: Berî dawî hatina vê mehê dê projeyasaya budce bê pejirandin

Viyan Sebrî: Berî dawî hatina vê mehê dê projeyasaya budce bê pejirandin

Seroka Fraksiyona PDKê li encûmena nûnerên Iraqê ragehand, piraniya karên projeyasaya budceya sala 2023yê temam bûne û hewl tê dayîn heta 20ê mehê bê pejirandin.

Seroka Fraksiyona PDKê li encûmena nûnerên Iraqê Viyan Sebrî ji BasNewsê re ragehand: ‘’Li gel piraniya wezaret û deste û aliyên pêwendîdar ên taybet li ser projeyasaya budceyê gotûbêj temam bûne. Piraniya karên dûvçûnê jî temam bûne û di qonaxa dawiyê de gotûbêj bo ku projeyasaya budceyê biçe parlamentoyê û bê pejirandinê mane.’’

Derbarê wan madeyên taybet li ser Herêma Kurdistanê jî got: ‘’Ew made wek xwe mane û ti destwerdan lê nehatine kirin.

Derbarê dema pejirandina projeyasaya budceyê de jî got: ‘’Rêkeftinekî siyasî ya baş li ser hatiye kirin û aliyên hevpeymaniya rêvebirina dewletê jî rêkeftine ku roja 17ê vê mehê proje bê pejirandin û êdî hewldan ji bo wê yekê ne ku berî 20ê mehê projeyasa bê pejirandinê ye.’’

 

Basnews

Top