Partiya Çaksazî ya Tirkmen pêşwazî li destpêşxeriya Serok Barzanî dike
Serokê Partiya Çaksaziya Tirkmen ragehand, piştgiriya temam ji bo destpêşxeriya cenabê Serok Barzanî dikin û wek pêşengtiya aştiyê, hev pejirandin û pêkvejiyanê pênase dike.
Derbarê destpêşxeriya Serok Mesûd Barzanî ya ji bo çareseriya pirsgirêk û yekrêziya aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê, Serokê Partiya Çaksaziya Tirkmen Ebdulqadir Bazirgan peyamek belav kir û piştgirya temam a xwe û partiya xwe ji bo destpêşxeriya Serok Barzanî aşkera kir. Û diyar kir: ‘’Serok Mesûd Barzanî di merasîma vekirina Mûzexaneya Niştimaniya Barzanî de peyamek giring derbarê rewşa navxwe ya Herêma Kurdistanê aşkera kir û wek Partiya Çaksazî ya Tirkmen piştgiriya temam ji peyama cenabê Serok Barzanî dikin. Peyam ji aliyê dîtina hestê bilind a netewî û niştimanî û çareser kirina vê rewşa naha ya di navbera partî û aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê de hatiye dayîn.’’
Herwaha diyar kir: ‘’Şah rêya aştî û hev pejirandin û derbas kirina vê rewşê û bihêzkirina pêkvejiyana di navbera pêkhateyên cuda de ye. Giringe hemû alî di vê rewşa hestyar a Herêma Kurdistanê têbigehin û ber bi peyama Serok Barzanî ve biçin. Ji ber bihêzbûna me di hevgirtinê de ye û bi yekrêzî ya destkeftên me pêkhateya Herêma Kurdistanê parastî dibe, ji ber wê jî pêwîste hemû alî dest ji pirsgirêkên navxwe berdin û vegerin ser masa gotûbêjan. Ji ber take rêya bihêzbûn û serkeftinê yekrêzî ye û her bi vê rêyê ve em dikarin hemû mafên xwe bidest bixin.’’
Serokê Partiya Çaksaziya Tirkmen diyar kir: ‘’Careke din em piştgiriya xwe bo peyama Serok Barzanî teqez dikin û amadebûna hemû pêngavekî bi kiryarin ji bo cîhbicîh kirina vê peyama giring.’’
Basnews
