• Thursday, 19 February 2026
logo

Îraq: Em rastî zirareke mezin hatine

Îraq: Em rastî zirareke mezin hatine

Jiber rawestandina henarde kirina petrola Kurdistanê Îraqê rastî zirarê hatiye.

Wezîrê petrolê yê Îraqê Heyan Ebdulxenî derbarê rawestandina henarde kirina petrola Kurdistanê bo bazarên cîhanê ragihandiye ku, Îraq rastî zirarên gelek mezin hatiye.

Heyan Elbdulxenî eşkere kiriye ku, jiber rawestandina henarde kirina petrola Kurdistanê bo bazarên cîhanê Îraq rojane 500 hezar bermîl petrol zirar kiriye ku, buhayê vê yekê jî gelek zêdeye.

Ebdulxenî herwiha diyar kiriye ku, di navbera kompaniya Somo ya Îraqî û Botaşa Tirkî de rêkeftin hatiye kirin û roja 13ê Gulanê henarde kirina petrolê dîsa destpê bike.

Top