Eyad Ellawî: Wextê wê hatiye Heşda Şeibî nemîne
Siyasetmedarê Iraqî û serokê tifaqa niştimanî ya Iraqê, Eyad Ellawî ji radyoya erebî ya Sawa, ku girêdayî Wezareta Derve ya Amerîka ye, re gotiye, êdî wextê wê hatiye Heşda Şeibî were hilweşandin.
Eyad Ellawî her wiha gotiye, bi hilweşandina Heşda Şeibî re Iraq dibe welatekî sivîl.
Ellawî li ser sebeba wê daxwaza xwe jî gotiye, Heşda Şeibî bo şerê DAIŞê hatibû avakirin, niha jî DAIŞ nemaye ji ber wê jî bila Heşda Şeibî were hilweşandin.
Basnews
