Nugre Selman; 'Dujeha biçûk' ji bo Kurdan
Di bîreweriya hemû kurdan de Nugre Selman heye, weke sembola cenosayda li hember gelê Kurd û weke belgeyeke herî sereke û giring a komkujkirina Kurdan di operasyonên Enfalê d etê hesibandin. Rejîma Beis di navbera salên 1986 heta 1988 de, welatiyên sivîl ên Kurd dibirin Nugre Selman û piştî demek ji zîndanîkirin û îşkencekirinê, ew komkuj dikirin.
Operasyonên Enfalê di navbera salên 1986 û 1988 de ji aliyê Artêşa Iraqê ya serdema Beisê de li dijî welatiyên sivîl ên Kurd li Başûrê Kurdistanê û di 8 qonaxan de hatin encamdan. Proseya Enfalê lûtekya siyaseta jinavbirin û komkujkirina Kurdan ji aliyê hikûmeta Iraqê ve bû.
Li gor vegêrana kesên ku ji wan operasyonan û ji komkujiyên wê serdemê rizgar bûne, hemû kesên ku hatibûn girtin, li Topiz Ava hatin komkirin û piştre xort, jin, zarok û kesên kal ji hev hatin cudakirin, kesên law û xort yekser bi otubus û kamyonên taybet bo çalên mirinê hatin veguhastin û bi saxî kirin bin erdê û ew komkuj kirin. Herwiha jin, zarok û kal jî bo zîndana tirsnak a Nugre Selman hatin veguhastin ku dikeve biyabanên navbera Iraqê û Erebistana Siûdiyê.
Şahidhalên ku li nav wê girtîgehê bûne, jiyana di wê girtîgehê de weke "dujeheke biçûk" li ser erdê bi nav dikin û dibêjin, leşkerên Iraqî û beisiyan hemû rêyên azar û îşkencekirinê li hember welatiyên sivîl ên Kurd diceribandin û jiyana li wê derê bi temamî trajedî bû. Tevî îşkencedanê, gellek zarok û kal ji ber birçîtî û ji tîbûnê, li Nugre Selmanê canê xwe ji dest dane.
Avahiya girtîgeha Nugre Selman ji du qatan pêk tê. Berpirsê girtîgehê navê wî Ecac Tikrîtî bûye û di bin fermanên wî de hemû rêyên hilwasîn, lêdan, îşkence, sivikatiyên cesteyî û derûnî li ser welatiyên sivîl ên di girtîgehê de dihatin ceribandin.
Niha beşek ji dîwarên zîndana Nugre Selman herrifî ye, lê hêj jî dîmenên girtîgehê tirsank in û dirûmên Beisiyan li ser dîwarê wê mane.
Rudaw
